Li Wanê 2 kes ji ber 'qaçaxçîtiya koçberan' hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hefteya bihorî 4 kes bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan hatibûn desteserkirin û bi biryara dadgehê 2 kes ji wan bi heman hincetê hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Emnî ya Wanê bi armanca rûbirûbûna “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” operasyon berdewam in û di navbera 26ê Hezîranê û 2ê Temûza 2023an de di du operasyonan de 4 kes bi îdîaya qaçaxçîtiya koçberan hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, piştî karûbarên yasayî ji wan 4 kesan 2 kes bi biryara dadgehê hatine girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.

Tê gotin ku operasyonan de cendirmeyan dest danîne ser otomobîlekê.