Komeleyeke Kuweytî 3 komelgehên din li Efrînê ava dike

03-07-2023
RÛDAW
Wêne: Sohr
Wêne: Sohr
Nîşan Efrîn Komelgehên Niştecihbûnê Ednan Mûrad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Dezgeheke xêrwaziyê ya Kuweytî bi koordinasyona Tirkiyê ji bo Erebên hawirde 3 komelgehên din niştecihbûnê ava dike.

Dezgeha Xêrxwazî ya bi navê Sexaayê ya Kuweytê bi koordinasyonê Tirkiyê li gundewarê Efrînê ya ku di bin dagirkeriya Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de ye ji bo malbatên çekdaran 3 komelgehên din ên niştecihbûnê ava dike.

Li gorî çavkaniyeke taybet ku ji Rûdawê re ragihand, komeleya Sexaayê amûrên avakirinê li herêma di navbera gundên Qort-laqa biçûk û Kefe-Romê li navçeya Şera li Efrînê bi cih kiriye.

Berî wê jî hilkişandina darên zeytûnan ên li wê deverê dest pê kiribûn ji bo ku zevî ji avakirina wan 3 komelgehên niştecihbûnê amade bikin.

Mafnas Efrînî Ednan Mûrad li ser mijara avakirina komelgehên niştecihbûnê ji Rûdawê re axivî û got “Heta nija nêzikê 40-45 gundên modern li Cizîrê hatine avakirin, hinek ji wan yek qatî ne. Ev ên ku niha dest pê dikin du qatî çêdikin. Ev 3 komelgeh yek ji wan berê avakiribûn niha dê fireh bikin û li nêzikî gundê Elkê, Qort Qulaqa Biçûk e. Ya ku niha dest pê kirine ji du mehan ve ye amûran anîne wê derê li nêzikê gundê Qort Qulaqa Mezin e. Ew erdên ku li ser gola ava Meydankê ku gişt çiya bûn, hemû wan çiyayan pak kirin damarên wan jî di erdê de nehiştin. Xuyaye berî salekê plan heye ku wan deran, wan erdan vala bikin çi darên zeytûnan çi tiştên din ku di nav de hene pak kirine ji rojeke weke îro re ku dest bi çêkirinê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst