Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên xizmetguzariyê da şaredariyên Efrînê

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê alîkariyên xizmetguzariyê pêşkêşî şaredariyên bajar û nahiyeyên Efrînê kir.

Berpirsê alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo Efrînê Rewac Hacî ji Rûdawê re got ku wek piştgiriyekê, wan ji bo her 7 encûmenên şaredariyên bajar û nahiyên Efrînê, pêdiviyên xizmetguzarî pêşkêş kirine.

Herwiha Rewac Hacî diyar kir ku ji xeynî xwarin, vexwarinê û pêdiviyên din yên jiyanê, wan jeneratoran jî dane xelkê Efrînê.

Rewac Hacî dibêje “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îro li Efrînê pêdiviyên taybet bo encûmenên xwecihî dabîn kiriye ku ji jenerator û gelek pêdiviyên din pêk tên. Ev qonaxa yekem a alîkariyên me ye ji bo alîkariya encûmenên sivîl ên nahiyeyên Şera, Bilbilê, Raco, Cindirêsê û her heft nahiyeyên Efrînê. Înşellah emê di mehên bên de di alîkariyan de berdewam bin û ew jî bikaribin xizmeta xelkê sivîl bikin.”

Li aliyê din Serokên Encûmenên nahiyên Mabata û Bilbilê destxweşî li dezgehê kirin ji bo pêşkêşkirina wan alîkariyan.

Serokê Encûmena Xwecihî ya Bilbilê Dilzar Seydo jî got “Wekî Encûmena Xwecihî ya Bilbilê em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ji bo alîkariyên kelûpelîn tîma paqijiyê ku dane encûmena me.

Nûnerê Encûmena Mabeta Arif Mihemed Elî anî ziman “Bi navê Encûmena Mabatayê ya Xwecihî em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ji bo van tiştên ku didin encûmenên herêma Efrînê.”