Li Efrînê berhevkirina mêweyan dest pê kiriye

03-07-2023
Hisên Omer
Li Efrînê berhevkirina mêweyan dest pê kiriye
Li Efrînê berhevkirina mêweyan dest pê kiriye
Nîşan Efrîn Berhevkirina Mêweyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cotyarên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dest bi çinîn û berhevkirina mêweyên xwe yên werzê havînê kirine.

Li herêmê çendîn corên mêweyan her wekî xox, sêv, qeysî, bîhok, tirî û mêweyên din tên berhemanîn. Cotyarên herêmê berhemên xwe berhev dikin û li bazarên navxwe yên herêmê difiroşin.

Cotyarekî Kurd ji gundê kurzêlê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dibêje, li şûna ku sûdê ji berhemên xwe wergirin, ew zirarê dikin, ji ber ku têçûna berhemên wan ji dahatê bêhtir e.

Cotyar Îmad Ebdo got "Niha dema mûsêmê mêwe ye, dema sêv, xox, çiftelî ye. Cotyar sûda zêde jê nabînin. Hemû bi dolar tên firotin, xerciya wê semad e, mazot e. yek lîtreya mazotê bi 15 lîreyên tirkî ye sûd jê tine. Nirx jî wiha 1 kg  xox bi 5 lîre ye, di demekê ku têçûya wê 10 lîre ye lê bi 5 lîreyan tê firotin. Bi yek carî sûd jê nîne."

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê yek ji herêmên herî zengîn e bi berhemên çandiniyê. 202,775 hektar rûberê Herêma Efrînê ye. 127,000 hektar bikêrî çandiniyê tên.

118,648 hektar bejî ne. 8,352 hektar avî ne. Piştî dagîrkirina Efrînê, hi bilî darzeytûnan, bi deh hezaran darmeywe jî li ser destê grûpên çekdar û erebên hawirde hatine birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst