DÊRSIM - Ji bo bîranîna Komkujiya Sêwazê pêşangeh hat vekirin
Dêrsîm (Rûdaw) - Di 30emîn salvegera Komkujiya Sêwazê de ku 37 kesan canê xwe ji dest dabûn li Dêrsimê bi serpereştiya şaredariyê pêşangehek hat vekirin û çalakî hatin kirin.
Li Qada Seyîd Riza rojnameyên wê demê, wêne û pirtûkên helbestvanên ku di komkujiyê de canê xwe ji dest dabûn û tiştên wan ên taybet hatin pêşandan.
Damêzrênerê Pirtûkxaneya Vecihi Timurogluyê Mesut Ozcan got “30 sal berê di sala 1993yan de rojek mîna îro di Otêla Madimakê de hatin şewitandin. Di ser re 30 sal derbasbûn û em dixwazin ku em wan ji bîr nekin, ew mirovên me yên ku di wî agirî de hatin şewitandin ji bîr nekin, wan bibîr bînin. Ew hê jî di dilê me de ne. Em jî nûçe, wêne û pirtûkên îmzekirî yên di derbarê wan de nişanê mirovên xwe bidin. Em dixwazin ku hesabê wan bipirsin.”
Dêrsîmî dibêjin tevî di ser komkujiyê re 30 sal derbas bûne jî lê tawanbar nehatine cezakirin û banga edaletê dikin.
Welatî Ekber Sonmez dibêje “Di komkujiya Sêwazê de hewqas mirovên me kuştin. Hêviya min ew e ku ew bi vî awayî bişewitin, koka wan şîn nebe. Bi qedrê Kerbelayê ji wan bê pirsîn bibin xwelî. Gunehên kesên hatine kuştin ji wan bê pirsîn.”
Welatî Hasan Çiçek anî ziman “37 mirovan di Madimakê de kuştin, çima ew kuştin? Ev hikûmeteke çawa ye, dewleteke çawa ye? Çima vana dadgeh nakin. Teva 2 an 3 meh ceza wergirtin û ew berdan. Ev ne misilmantî ye, ev ne Îslam e, ev kafirî ye.”
Şaxa Partiya Kedê (EMEP) ya Dêrsîmê jî bi daxuyaniyeke rojnamevaniyê Komkujiya Sêwazê bibîr anî.
Serokê Şaxa Dêrsîmê ya EMEPê Ergin Tekin ragihand “30 sal in agirê dilê me netemiriye. Wê rojê piştî Nimêja Înê kesên sloganên şerîatê bilind dikirin û li nav bajêr digeriyan di dawî de Otela Madimakê ku hunermend lê bûn dorpêç kirin. Li pêş çavên parêzgar, rêveberê asayîşê û fermandarê cendirme ku tiştek nekirin û rê dane bûyerê agir berdan Madimakê.”
Roja 2ê Temûza 1993an li bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê komkujiyek hat kirin ku niştecihên wê hem Elewî û hem Sunne ne. 37 kes hatin kuştin ku 33 ji wan rewşenbîr, helbestvan, hunermend û nivîskarên Kurd û Elewî bûn û du karmendên otelê û du jî êrîşkar bûn.