Deriyê Sêmalka di Cejna Qurbanê de dê were girtin

03-07-2022
RÛDAW
Nîşan Deriyê Sêmalka Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Deriyê Sêmalka ya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de di rojên Cejna Qurbanê de bi biryara rêveberiyê dê ji çûn û hatinê re bê girtin.

Rêveberiya Deriyê Sêmalka ragihand ku, ji ber hatina Cejna Qurbanê, Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê, ji roja Pêncşemê 7ê Tîrmeha 2022an heta roja 13ê Tîrmeha 2022an dê ji bo karên bazirganî, geştyaran û rêxistinên mirovî bê girtin.

Deriyê Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, di sala 2013an de hatiye vekirin û rêyeke sereke û girîng e ji bo bazirganî, aborî, çûnûhatina xelkê û rêxistinên mirovî yên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve.

Bi rêya Deriyê Sêmalka kêlûpelên xwarinê yên sereke wek şekir, birinc, ard û hwd. madeyên avakirinê çîmento û hesin derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, ji aliyê Rojava ve jî kesên ku bi nexweşiyên giran ketine derbasî Başûrê Kurdistanê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst