Mesrûr Barzanî û şanda Hevpeymanan rewşa Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Di civînekê de li Hewlêrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeyman li Iraq û Sûriyê Genral Karl Harris rewşa li Iraq û Sûriyê, reformên di Wezareta Pêşmerge de û piştgiriya Hevpeymanan bo hêzên Pêşmerge gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Tîrmehê li Hewlêrê pêşwazî li şandeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê û Sûriyê bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeyman li Iraq û Sûriyê Genral Karl Harris kir.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên herî dawîn ên şerê terorê, guhertinên rewşa li Iraq û Sûriyê hatin nirxandin û tekezî li ser girîngiya pêşxistina hemahengiya ewlehiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ji bo rûbirûbûna gefên terorîstan û aramî û istiqrara Iraqê hat kirin.

Di hevdîtinê de herwiha behsa reformên di Wezareta Pêşmerge de û girîngiya berdewambûna piştevaniya hêzên Hevpeyman bo hêzên Pêşmerge hat kirin.