Li Zanîngeha Kobaniyê ezmûn dest pê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zanîngeha Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ezmûnên demsala xwendinê ya 2021-2022ê dest pê kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, sibeha roja 3ê Tîrmeha 2022an li Zanîngeha Kobanî 550 xwendekar derbasî holan bûn ezmûnên demsala xwendinê ya 2021-2022ê dest pê kirin ku heta 21ê vê mehê dê berdewam bikin.

Zanîngeha Kobanî sala 2018an hatibû vekirin û kolejên (Edebiyata Kurdî, Erebî, Fizîk, Kîmya, Matematîk, Zanist), ligel 8 peymangehên (Cografya, Biyolojî, Zimanê Ingilîzî, Mamostayetî, R.F.K, Teknîk, Pizîşkî û Yasa) li xwe digire.

Di 28ê Cotmeha 2021an de jî yekem xula derçûnê lê hatiye kirin ku ji 32 derçûyan pêk hatibû.