Li Colemêrgê 4emîn Festîvala Cîlo dest pê kir

03-07-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Festîvala Cîlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ser bi Colemêrg a Bakurê Kurdistanê geştyar beşdarî 4emîn Festîvala Cîlo bûn, govend gerandin û xwarinên Kurdî ên herêmê tam kirin.

Festîvala Cîlo ya Çiyayê Cîlo ya ser bi navçeya Geverê ya Colemêrg a Bakurê Kurdistanê, li kêleka Golên Cemedê yên Satê ye ku bilindahiya wan ji asta deryayê 3 hezar û 400 metr in. Çendîn çalakiyên werzişî û pêşbirkê di festîvalê de tên birêvebirin.

Ji navçeyê û ji bajarên derdorê gelek geştyar beşdarî festîvalê bûn.

Geştyar Ali Osman Evlice got, “Dîmenên van çiyayan û berfê weke dîmenên çiyayên Swêdê ne. Gelek kes bo wan dîmenan bibînin diçin wî welatî lê ez bi xwe wiha difikirim ku heta li welatê me buhişteke wiha heye em destpêkê li welatê xwe bigerin.”

Festîval dê du rojan berdewam be û di çarçoveya festîvalê de werzîşên wek rafting, kano, pêşbirka bisiklêtê, avjenî, kaşûn û hilkişandina bi çiyan ve jî dê bên kirin.

Pizîşk Betul Kirenci anî ziman, “Gelekî xweş e, ez li Geverê pizîşk im. Dema min bihîst festîvaleke bi vî awayî heye ez û hevalên xwe jî beşdar bûn. Hem xwezaya wê û hem jî çalakiyên li vê derê gelekî xweş in.”

Golên Cemedê yên Satê bilindahiya wan ji asta deryayê 3 hezar û 400 metre ye û bi helîna berfê ava wan tijî dibe. Her sal Komeleya Xwezayê ya Cîloyê di meha Tîrmehê de bi armanca danasîna herêmê Festîvala Cîlo saz dike û mazûvaniya geştyarên navxwe û biyanî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst