Belarûs 12 Kurdan dersînor dike

03-07-2021
RÛDAW
Ew 12 Kurd zêdetirî mehek e li Belarûsê desteserkirîne
Ew 12 Kurd zêdetirî mehek e li Belarûsê desteserkirîne
Nîşan Belarûs Kurd Ewropa Koçber Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belarûsê biryar da di heyama du hefteyên bê de 12 hemwelatiyên Kurd ku bi rêyên neyasayî derbasî wî welatî bûne, dersînor bike.

Feysel Ebdullah ku xelkê Başûrê Kurdistanê ye û xwendekarê doktorayê ye li bajarê Minsk ê Belarûsê ji Rûdawê re ragihand, berpirsên Belarûsê daxwaz ji wî kirine ku kesûkarên wan 12 Kurdan agahdar bike ku li ser xercên xwe bîletên wan kesan dabîn bikin bo ku ji Mînskê bo Bexdayê bên şandin.

Li gor zanyariyên ku Feysel Ebdullah bi Rûdawê dane, biryar hatiye dayîn ku 6 ji wan hemwelatiyên Kurd roja 9ê vê mehê û her şeşên din jî 16ê vê mehê ji Mînskê bo Bexdayê bên şandin.

Her li gor zanyariyan ew 12 Kurd zêdetirî mehek e li Belarûsê desteserkirîne bi hinceta ku bi qaçaxî derbasî wî welatî bûne.

Wan ciwanên Kurd dixwestin biçin welatekî Ewropayê û mafê niştecihbûnê werbigirin û ew ji wan 50 kesên ji parêzgehên ciyawaz ên Başûrê Kurdistanê bûn, lê li Belarûsê hatin desteserkirin û berî niha jî hejmarek ji kesên desteserkirî gihiştibûn Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst