Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê: Grûpên çekdar şûnwarên dîrokî talan dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrînê dibêje, Tirkiye dixwaze her roj şer di navbera grûpên çekdar de hebe ji bo aramî li Efrînê çênebe û grûpên çekdar jî hewl didin dest deynin ser şûnwarên dîrokî û wan talan bikin.

Şeva Înê 2ê Hezîrana 2021ê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera herdû grûpên çekdar Nuxbe û Siqûr Şîmal de çêbû. Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê Îbrahîm Şêxo ji Radyoya Rûdawê re got “Li gor zanyariyên me şer li gundê Ebûdan ê Efrînê di navbera çekdarên Nuxbe û Siqûr Şîmal de çêbûye. Herdu grûpan dixwestin dest deynin ser şûnwarên dîrokî û talan bikin. Di şer de 5 çekdar hatine kuştin. Niha çekdarên Nuxbe li navçeyê nemane û dever bi tevahî di destê çekdarên Siqûr Şîmal de ye.”

Îbrahîm Şêxo got “Li Efrînê şer bo talankirin û dizîna malên Kurdan e ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê dikin, wek grûpa Artêşa Niştimanî ya Sûrî. Şerê vê dawiyê jî li gundê Ebûdan bû li derdora Keleha Hûrî ku dixwestin şûnwarên dîrokê yên 10 hezar salî yên Efrînê têk bidin û talan bikin.”

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê amaje bi wê yekê jî da ku Tirkiye jî dixwaze her roj şer di navbera grûpên çekdar de hebe daku aramî li navçeyê çênebe.

Herêma Efrînê herêmeke sivîl û herêma zeytûn û aştiyê bû. Niha Efrîn piştî dagîrkirinê ku nêzîka çar sal di ser re derbas dibin, şer û pevçûnên navbera grûpan têde zêde bûne û di encam de hejmareke zêde ya xelkê birîndar bûne û mirine.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê Îbrahîm Şêxo tekez dike ku Tirkiye dixwaze Kurd warê xwe bicîh bihêlin, ji navçeyên xwe bêzar bibin daku Erebên hawirde, malbatên Turkmen û Filistîniyan li cihê wan bicîh bike.

Li Efrînê mafên mirov tên binpêkirin, rojane xelk tê kuştin, tên revandin û êşkencekirin. Yên tên girtin bi pereyan tên azadkirin, ji destpêka îsal ve zêdetyî 100 kesan li Efrînê hatine revandin ku zarok û jin di nav wan de ne û rêjeya jinan zêde ye.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.