Doza Vedat Aydin di roja qetilkirina wî de demborî dibe

03-07-2021
RÛDAW
Nîşan Vedat Aydin Doz Demborî JITEM Cem Ersever
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dosyeya doza Serokê Partiya Kedê a Gel (HEP) yê bajarê Amedê Vedat Aydin ê ku di sala 1991an de hatibû qetlkirin, di 5ê Tîrmehê de dem di ser de derbas dibe.

Vedat Aydın di 5ê Tîrmeha 1991an de ji aliyê kesên çekdar û bêtêl ku xwe wekî polîs didan nasîn ji mala xwe li Amedê hate revandin. Piştî vê bi 2 rojan Cenazeyê Vedat Aydin li Madena Xarpêtê hate dîtin.

Pişt re, ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Xarpêtê ve lêpirsîn hat destpêkirin, lê piştî demekê, dosya bi biryara bêrayetî ji Serdozgeriya Komarî ya Meletê re hat şandin, ku 20 sal i n ev dosya li wê derê dane sekinandin.

Beriya ku dem di ser de derbas bibe, îtîrafên Abdulkadîr Aygan yên di derbayê qetlkirinê de ktin dosyeyê. Aygan diyar kir ku Vedat Aydin ji aliyê JITEMê ya ku Cem erserver serpereştiya wê dikir ve hat qetlkirin. Li ser van îtîrafan, ji ber delîlên nû, dema demborînê 10 sal hat dirêjkirin û dosye ji bo Serdozgeriya Komarî ya Amedê re hat şandin.

Îtîrafkarên ku Aygan wan destnîşan kiribû, îfadeyên îtîrafkar Murat Demir, Murat İpek û hin polîs û leşkeran hatin girtin. Kesên navborî tawanbarkirinê red kirin. ev 10 sal in ku dosye dane sekinandin.

Ev 30 sal e dosyeya vedat Aydin ya ku dane sekinandin dê di 5ê Tîmehê de roja ku tê de hatibû revdan de dem di ser de derbas bibe.

Vedat Aydin di sala 1953an de li gundê Heciya Kurdan ê grêdayî navçeya Bismilê ya Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.

Aydin piştî xwendina xweya seretayî, navîn û lîseyê li Bismilê qedan, di 1979 de ji Beşa Wêjeyê ya Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê, mezûn bû.

Pîştî darbeya 12ê Îlonê hat girtin û 4 sal di zindanê de ma. Piştî serbestberdana wî, li Amedê ji bo damezrandina Komeleya Mafên Mirovan (IHD) dest bi xebatan kir.

Di sala1990î de, ew ji bo Desteya Rêvebir a Şaxa Amedê ya IHDê hate hilbijartin.

Di dema xebatên xwe de gelek caran hate desteserkirin. Ew di 28ê Cotmeha 1990î de ji ber ku li Civata Giştî ya İHDê bi Kurdî axivî hate girtin.

Herwiha Vedat Aydin di dadgehê de red kir ku bi Tirkî biaxive. Aydın, piştî ku çar salan şûnda hat berdan, di dawiya sala 1990an de ji bo Serokatiya Şaxa Amedê ya IHDê hate hilbijartin, û di Kongreya Parêzgeha HEPê ya Amedê de ku di Hezîrana 1991an de hat li dar xistin ji bo Serokê Partiya Kedê a Gel (HEP) yê bajarê Amedê hat hilbijartin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst