Lêkolînerek: Qonaxeke nû ya talan û diziyê li Efrînê destpê kiriye

03-07-2021
Hisên Omer
Bendava Meydankê 12 kîlometreyan ji bajarê Efrînê dûr e
Bendava Meydankê 12 kîlometreyan ji bajarê Efrînê dûr e
Nîşan Grûpên Çekdar Tirkiye Efrîn Bendava Meydankê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, xelkê herêma Efrînê agahdar kirine ku ava bendava Meydankê dê bê kêmkirin, da ku hin karên çakkirinê li ser bendê bên kirin. Lê lêkolînerek dibêje, ev yek jî qonaxeke nû ya talan û diziya çekdaran e ku li Efrînê pêk tînin.

Nivîskar û lêkolîner Zekeriya Huserî ku bi xwe xelkê Efrînê ye û pirtûk û lêkolîn li ser dîrok û asewarên herêmê weşandine, ji Rûdawê re re got, piştî dagîrkirin û talankirin û bi taybet talankirina asewarên Efrînê û guhertina demografyaya wê, niha tawaneke din tê kirin ku ew jî diziya ava bendava Efrînê ye.

Zekeriya Huserî, Lêkolîner, dibêje, “Tawaneke nû bi destê Tirkiyê û grûpên li Efrînê rû didin ku ew jî diziya ava çemê Efrînê û bendava Meydankê ye, ku mezintirîn bendav e li herêma Efrînê” û tekez jî kir ku “ava çemê Efrîn û bendava Meydanê ji bo tijîkirina Bendava Reyhanli tê dizîn.”

Endezyar Selah Mihemed ku ji bo demeke dirêj li Bendava Meydankê kar kiriye û agahdarî hûrgiliyên wê bendavê ye, zanyarî dane Rûdawê.

Bendava Meydankê li Efrînê:

-Bendaveke axî ji bo avdanê hatiye çêkirin

-190 milyon metre sêca tê de tên pengandin

-20 milyon metre sêca ji bo vexwarinê dihatin bikaranîn

-60-80 milyon metre sêca ji bo avdanê dihatin bikaranîn

-5 projeyên sereke yên avdanê hatibûn dirustkirin

-20.0000 hektar zevî pê dihatin avdan

Endezyar Selah Mihemed herweha ji Rûdawê re metirsiyênvalakirina bendavê bê program diyar kirin.

Selah Mihemed, Endezyar, dibêje, “Ev zirareke mezin digihîne xelkê Efrînê ku 20 hezar hektar erdê pê av didin. Ava vexwarina Efrînê ji wir tê.”

Bendava Meydankê 12 kîlometreyan ji bajarê Efrînê dûr e. Karê firuskirina wê sala 1997an destpê kir û sala 2004ê hat vekirin. Bi tevahî, hikûmeta Sûriyê 58.2 milyar lîreyên Sûriyê ji bo dirustkirina wê xerc kirrin.

Jibilî ava vexwarin û avdanê, 25 mêga wat elektirîk berhem dide û deryaçeya wê wekî yek ji cihên geştyarî yê herî xweş li herêma Efrînê xelkê li xwe vedihewîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst