Krîza avê li Heseke û gundewarên wê dijwartir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Krîza avê li bajarê Hesekê û gundewarên wê, roj bi roj tundtir dibe. Ji ber rawestandina Wêzgeha Elok li gundewarê Serê Kaniyê ku di destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye, av bi temamî ji ser bajarê Hesekê û derdora wî qût bûye.

Hemwelatiyek dibêje, “Derbarê vê rewşê de, rewş li Hesekê kambax e, bi sedema qutkirina avê ji aliyê Tirkiyê ve. Xelk pir aciz in, ne av heye û tiştek, û rewş kambax e. Mixabin dewlet û rêxistinên pêwendiya wan heya çimê van nûçeyan navegufêzin. Avê Feratê ava meye û li ser me tê qutkirin. Ava Serê Kaniyê ava welatê me ye û li ser me tê qutkirin. bi hêcet û behaneyên bê bingeh. Em bersiveke navdewletî û mirovî ji bo vê karesata me dixwazin."

Li gorî daxuyaniyeke Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarên Mirovî ku roja pêncşemê derçûye, rêxistinên ku li navçeyê kar dikin 3380 metreyên sêca ji avê gihandine Hesekê ku 169 hezar kes sûd jê wergirtine.

Hemwelatiyek dibêje, “Niha em malbat in. 15 kes di mala min de ne. Bi xwedê şûştin, her sê rojan carekê serê zarokên xwe dişûm, av nîn. Ji kuderê serê wan bişûm. Tu dibînî şi qasî  germ e. Eger rojê du caran neyên şûştin germ tê ser wan. Bi xwedê, doh, germ hat ser zaroka min. Min nikarîbû serê wî bişûm, ji ku derê avê bînim? Bîr li gund nîn in, ava tal jî li gund nîn e. Yek xizan e û 3 gund li ser in. 100 mal li ser yek xizanî ne"

Her li gorî daxuyaniya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî, ava ku ji bo Hesekê hatiye şandin tenê 20% ji pêwîstiya xelkê berdest dike.

Ji dema ku Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê Serê Kaniyê û derdora wê dagîr kirine, ev 20emîn car e ku wêstgeha Elok a avê li rojhilatê başûrê Serê Kaniyê tê rawestandin.