Şewata li daristanên Merîwanê berfireh dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Şewata li daristanên Merîwana Rojhilatê Kurdistanê çend roj in berdewam e û di encamê de nêzîkî hezar hektar daristan şewitiye û heta niha jî agir nehatiye kontrolkirin. Li gor jîngehparêzan, saziyên peywendîdar bo vemirandina agir wek pêwîst hevkariyê nakin.
Endamê Rêveberiya Encûmena Keskatiya Çiya Îrfan Hûsênî dibêje, “Şeva borî agirê daristanên Dereweran hat vemirandin, lê dîsan derketiye û ber bi gundên derdorê ve çûye.”
Çalakvanên jîngehparêz ên Merîwan behsa wê yekê dikin ku rûberê agir zêde ye û hêza mirovî û pêdiviyên pêwîst bo vemirandina agir li ber dest nînin. Sedemên cuda ên şewitîna daristanan hene, ji xemsariya xelkê xwecihî û geştyaran bigre heta digihe hêzên serbazî ku bi gotina xelkê, bi hinceta parastina aliyê emnî dişewitînin.
Li gor raporta Rêveberiya Encûmena Keskatiya Çiya, îsal 120 caran agir bi daristanên Merîwan ketiye, lê saziyên peywendîdar hewl nedane agir vemirînin. Îrfan Husênî dibêje, tenê çavkaniyên xwezayî nêzîka 10 hezar kesên wê hene ku di vemirandina agir de hevkariyê dikin, lê saziyên, mînak hêzên serbazî wek artêş, ku divê bo vemirandina agir hevkar bin, ti hevkariyekê nakin.
Husênî balê dikşîne ser navenda Kontrolkirina Krîzan ku divabû niha ji ber agirên van rojan ên Merîwan cviyaban, lê heta niha neciviya ye. Serokê Rêveberiya Çavkaniyên Xwezayî ya Merîwan Azad Namdarî jî dibêje, 32 kes ji fermanberên vê saziyê ji bajarên Merîwan, Sine û Kamêran bo vemirandina agir hevkarî kirine.
Li gor Husênî, li gundê Dolebî nêzîka 2 hezar dar şewitî ne ku temenê wan di navbera 400-500 salî de bûye. Azad namdarî jî dibêje: “Heta niha nayê zanîn çiqas rûberê daristanan şewitiye.” Lê bi gotina çalakvanên jîngehparêz, di agirên gundên Dolebî, Dereweran, Kolît û Hacî Ebdulla nêzîka hezar hektar daristan şewitiye û heta niha tenê agirê gundê Kolît bi tevahî hatiye kontrolkirin.
Agirê gundê Dolebî rûbereke zêde li xwe girtiye û Encûmena Keskatiya Çiya jî hewl dide agir kontrol bike. Azad namdarî dibêje, her sal destpêka meha Hezîranê agir destpê dike, lê îsal ji ber hişkesaliyê nêzîka mehekê zûtir derketina agir destpê kiriye.