Dadgehê red kir ku Tevgera Azadî beşdarî hilbijartinan bibe

Silêmanî (Rûdaw) – Dadgeha, ku Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên Kurdistanê pêk aniye, beşdarbûna Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê red kir.

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê ji bo beşdarbûna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê serlêdana 38 partî û lîsteyan qebûl kir.

 

Lê dadgehê beşdarbûna Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, qebûl nekir.

 

Derbarê mijarê de endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ji Rûdawê re ragihand: “Ji aliyê dadgeha ku Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên Kurdistanê pêk aniye, nehate pesendkirin ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike.”

 

Cotyar Adil da zanîn, ku sedeme neqebûlkirina beşdarbûna vê rêxistinê ew bûye ku li ser wan gilî hebûye, ku li Kurdistanê navê wan weke partî nehatiye tomarkirin, ya duyemîn jî li gorî forma jimare 102ê de pêwîstiya wan bi 500 îmzeyan hebûye lê ev yek temam nekirine.

 

Adil da xuyakirin, ku ew weke komîsyon pabendî biryarên dadgehê ne.

 

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê rêxistineke nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye.

 

Biryare roja 30ê Îlonê li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê birêve biçin. Heta niha 38 partî û lîste û herwiha 3 hevpeymaniyan navên xwe tomar kirine.