SILÊMANÎ – Depoya çekên pêşmerge teqiya
Silêmanî (Rûdaw) – Şeva derbasbûyî depoyeke çek û teqemeniyan a hêzên 70 ya pêşmergeyên YNKê teqiya û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Berpirsê Ragihandina Hêzên 70ê yên ser bi Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Ehmed Letîf ji Rûdawê re ragihand, ku li bajarokê Taslûce ya nêzîkî bajarê Silêmaniyê, agir bi depoyekî çek û teqemeniyan ket.
Ehmed Letîf da zanîn ku derbarê bûyerê de vekolîn hatiye destpêkirin û got, ku heta niha jî sedema derketina agir nehatiye zanîn.
Letîf diyar kir, ku di dema agir de teqîn jî çêbûne û di encamê de 4 pêşmerge birîndar bûn.