Li Mêrdînê ji ber germahiya zêde behnvedan

03-07-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Mêrdînê ji ber hewaya germ xebatkarên fermî yên kêmendam, ducanî û aciziya wan a kronîk hene dê 2 rojan kar nekin û dê ji bo van behnvedan be.


Parêzgariya Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku germahiya hewayê li gor demsalê zêde ye û daneyên ji Midûriyeta Giştî ya Karên Meteorolojiyê ya Dewletê hatin hildan jî nîşan didin îro û sibê dê germahî zêde bibe.


Parêzgariyê hurgiliyên destûra ku ji ber hewaya germ bo xebatkarên umûmiyê yên kêmendam, ducanî û aciziya wan a kronîk hene hat dayîn parve kir.


Di daxuyaniyê da hat gotin ku xebatkarên umûmiyê yên kêmendamiya wan ji sedî 40 û ser wê de be, nexweşên şekir, şêrpence, kronîk, kezeb û gurçikê ne bi şertê raporkirinê dê îro û sibê biîzin bên hesibandin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst