YPS-Jin kuştina Cîgirê Serokê Licê yê AK Partiyê li xwe girt

03-07-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenad Nûçeyan – Yekîneyên Parastina Sivîlan a Jinan (YPS-JIN) Serokê Licê yê AK Partiyê Orhan Mercan li xwe girt.


YPS-Jin ku tê gotin hêzêk bi ser PKKê ve ye, derbarê kuştina Serokê Licê yê AK Partiyê Orhan Mercan de daxuyanî da.


YPS-Jin îdia dike ku Orhan Mercan “ajantî ji dewletê re dikir û fuhûş dixist nava ciwanan.”


Di daxuyaniya YPS Jinê de wiha hatiye gotin:


"Şeva 30ê Hezîranê, tîmeke me ya YPS Jinê ya bi navê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Berfîn, li navenda Licê kesê bi navê Orhan Mercan ku alîkarê serokê AKPê yê navçeya Licê bû, ceza kir.”


Orahan Mercan zewîcî bû û bavê 4 zarokan bû. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst