Felah Mistefa: Eger Amerîka jî bibêje na emê serxwebûnê ragihînin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsê fermangeha peywendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand ku “Eger Amerîka jî bibêje na, emê serxwebûnê ragihînin.”

 

Di çavpêkeftinekê de ligel kenala PBS a Amerîkî, Felah Mistefa balkişand li ser rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê.

 

Mistefa ji kenala navborî re ragihand ku “Eger xelkê Kurdistanê serxwebûne bixwazin, eger Amerîka jî nerazî be emê serxwebûnê ragihînin.”

 

Herwiha navborî diyar kir ku Herêma Kurdistanê naxawze ligel Iraqê bimîne “Ji ber ku Iraqê şikestin xwar.”

 

Berpirsê fermangeha peywendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku rêz li encamên referandomê bigire, ku Herêma Kurdistanê dixwaze encam bide.