Li Êlihê protestoya qeyûm: Polîsan midaxele kir

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm danî ser Şaredariya Colemêrgê, li Êliha Bakurê Kurdistanê protesto hat kirin lê polîsan midaxeleyî xelkê kir.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Xelkê Êlihê ji bo protestokirin vê biryarê civiya lê polîsan rê neda xwepêşandanê û bi gaza rondikrêj midexaleyî xelkê kir.

Di vîdeoyên ku li ser torên civakî belav bûne de xuya dibe ku gazê bandor li gelek kesan kiriye.

Herwiha hat zanîn ku kesek jî hatiye desteserkirin.

Çi bûbû?

Polîsan doh bi şev Şaredariya Colemêrgê dorpêç kir, serê sibehê jî bi ser şaredariyê de girt.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hat desteserkirin.

Piştî van rûdanan Parêzgariya Colemêrgê hemû çalakî qedexe kirin û dê qedexe 10 rojan biajo.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê piştî van rûdanan ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Li gorî daxuyaniyê, Mehmet Siddik Akiş ji erkê xwe hatiye dûrxistin û Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk wekî qeyûmê Colemêrgê hatiye erkdarkirin.