HPGyê bîlançoya şer a gulanê eşkere kir

03-06-2024
Nîşan HPG Bîlanço Gulan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê bîlançoya şerê meha gulanê yê di navbera gerîla û leşkerên Tirkiyeyê de eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, gerîlayan meha gulanê 82 çalakî kirine û di van çalakiyan de 43 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî hatine birîndarkirin.

HPGyê ragihand ku droneke Tirkiyeyê jî hatiye xistin û gelek kel û pelên leşkerî hatine îmhakirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tirkiyeyê meha gulanê 245 caran bi balafirên şer, 43 caran helîkopteran, 37 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 61 caran bi dronên bombebarkirî û 286 bi çekên kîmyewî êrişî gerîlayan kiriye.

Li hêla din, heta niha Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser bîlonçoya şer a gulanê ti daxuyanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst