'Ev gel dê rûmeta xwe din bin zîhniyeta qeyûman de nede cûtin'

03-06-2024
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Şaredariya Colemêrgê Qeyûm Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Karvedan û nerazîbûnên li dijî danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê berdewam in.

Amed jî di nav de li gelek bajaran danîna qeyûm û desterserkirina Şaredarê Colmêrgê Mehmet Sidîq Akiş hat protesto kirin.

Li Amedê rêxistinên DBP û DEM Partî û DBP bi beşdariya parlamenter û xelkê bi dirûşman biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê protesto kir û daxûyanî da.

Li ser xwenîşandanên li dijî danîna qeyûm piştî parêzgariya Colemêrgê, Amed û Wan jî di nav de li gelek bajaran her cûre xwepêşandan hatin qedexe kirin.

Danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê gelek nerazîbûnan bi xwe re anîn.

“Vîna gelê Kurd nas nakin”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek got:

“Ev tê wê wateyê ku vîna gelê Kurd nas nakin. Doh li Wanê vê yeke ceribandin îro li Colemêrgê diceribînin.

Berî niha jî li Curnê Reş ceribandin lê gelê Curnê Reş bertekeke mezin da gotin em vê qebûl nakin.

Lê îca tene gelê Kurd na, divê gelê Tirkiyeyê, mixalefeta Tirkiyeyê vê bêqanûniyê qebûl nekin.

Ji bo wî em liv ir in. Çalakiyên me yên sivîl û demokratik dê berdewam bikin. Gelê me vê qet qebûl nake.

Banga me li çepên Tirkan e jî, denge me li gelê Tirkiyeyê ne banga me li her çar perçeyên Kurdistanê ye.”

Di demjimêr 23:00yê şeva 2yê Hezîranê hêzên ewlehiyê Şaredariya Colemêrgê dorpêç kiribû û şaredarê wî bajarî  Mehmet Sidik Akiş jî li Wanê hatibû desteserkirin.

Piştre Wezareta Karen Navxwe ya Tirkiyeyê daxûyandibû ku bi hinceta endematî û alîkariya PKKyê Şaredarê Colemêrgê ji kar hatiye dûrxistin û Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk wekî wekîlê şaredariyê ango wekî qeyûm hatiye tayînkirin.

“Ev gel dê rûmeta xwe din bin zîhniyeta qeyûman de nede cûtin”

Serokbajarê DEM Partiyê yê Amedê Abas Şahîn wiha anî ziman:

“Me li ber xapandin û hîleyên we çok danenî em dê li ber qeyûmên we jî bejna xwe netewînin.

Em dê ji axayên we re jî bejna xwe netewînin. Bila Enqere veya bibihîze. Qeyûmên we jî wekî ku hatine dê herin.

Ew hatin, talan kirin, gendelî kirin, çevkaniyên vî gelî dizîn û peşkeş kirin lê di nezara vî gelî de tu qîmeteke wan tune bû û dê ji îro şûn de jî tu qîmetek wan tune be.

Ev gel gelekî bi rûmet e û dê rûmeta xwe din bin zîhniyeta qeyûman de nede cûtin.”

Piştî danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê DEM Partiyê jî  biryar girt ku dê berdewam û bê navber ji bo parastina Şaredariyên di destên xwe de li ber şaredariyan nobetê bigire û şaredariyên xwe biparêze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst