AMED - DEM Partiyê danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê protesto kir

03-06-2024
RÛDAW
Nîşan Amed DEM Partî Colemêg Qeyûm Protesto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li Amedê danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê protesto kir.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn got, “Tevahiya pratîkên aqilê dewleta faşîst, ji bo êrişên li dijî destkeftiyên gelê Kurd dixebite.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek got, “Gelê Colemêrgê bi vîna xwe ya azad hevşaredarên xwe hilbijart. Tu kes vê bêhiqûqiyê qebûl nake.”

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê

“Dê qeyûmên we jî mîna we biçin”

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn wiha got: “Em serî li ber we û qeyûmên we natewînin.

Bila Enqere vê baş bibihîze; dê qeyûmên we jî mîna we biçin.

Çawa hatibin û talankerî kiribin û tu qîmeta wan ji bo gel tune be, dê ji vir û şûnde jî tune be.

Gelê me gelekî bi rûmet e û dê ji vir û şûnde jî destûrê nede qeyûman.” 

 “Ker bi kerîtiya xwe careke din di rêya biherî de naçe”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî got ku biryara danîna qeyûm bêhiqûqî ye.

Çîftyurek wiha pê de çû, “Gelê Wanê çawa ku biryarên bêhiqûq qebûl nekiribe, dê îro jî qebûl neke.

Gotinek heye ku dibêjin ‘ker bi kerîtiya xwe eger ker carekê ji rêya biherî re derbas bibe, careke din di heman rêyê de naçe.’

Lê belê ev bû cara sêyemîn ev serî li heman rêyê didin.

Gelê Colemêrgê bi vîna xwe ya azad hevşaredarên xwe hilbijart. Tu kes vê bêhiqûqiyê qebûl nake.”

“Aqilê dewleta faşîst, ji bo êrişên li dijî destkeftiyên gelê Kurd dixebite”

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn jî wiha axivî:

“Di hilbijartinên 31ê Adarê de tevî ku hemû derfetên dewletê bi kar anîn, tevî hîle û gefan jî gelê me zîhniyeta faşîst û talanker red kir.

Faşîzma ku li tevahiya Tirkiyeyê di hilbijartinan de têk çû, ji xwe re ders dernexistiye û hewl dide şaredariya me xesp bike.

Tevahiya pratîkên aqilê dewleta faşîst, ji bo êrişên li dijî destkeftiyên gelê Kurd dixebite.

Li gel xwe, herwiha gel jî neçarî xizanî û bêpaşerojtiyê dike.

Em dê careke din planên desthilata faşîst a AKP-MHPyê vala derxînin.

Em dê xwedî li Colemêrgê derkevin û rê nedin faşîzmê.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst