Parêzgarê Hewlêrê: Deriyekî nû yê sînorî dê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de bê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ragihand, di du mehên bê de deriyekî sînorî yê nû yê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê tê vekirin. Umîd Xoşnaw got, îsal amadekarî tên kirin ku zêdetirî 500 hezar heciyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi rêya Herêma Kurdistanê derbasî Kerbela û Necefê bibin.

Şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê ku ji parêzgarên 4 bajaran, serokên odeyên bazirganî û rêveberên Îdareyên Serbixwe pêk dihat, ji bo pêkanîna çend peywendiyan çûne Rojhilatê Kurdistanê.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw ê ku piştî hevdîtinên xwe vegeriya Hewlêrê ji Rûdawê re behsa serdana xwe kir.

Umîd Xoşnaw anî ziman ku wan ji hevdîtinên “bi destên tije vegeriyane” û got ku di navbera her du aliyan de li ser mijarên cuda peymaneke ku ji 16 xalan pêk tê hatiye îmzekirin.

Umîd Xoşnaw got, “Ji bo çareserkirina pirsgirêka li Deriyê Sînorî yê Hacî Omeran ê ku ev zêdetirî 15 sal in berdewam dike, lihevkirinek çêbû. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li deriyê sînorî yê ku 24 demjimêran vekirî ye dê 'maseya çareseriyê' bê avakirin.”

Xoşnaw diyar kir ku heciyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi rêya Herêma Kurdistanê serdana cihên pîroz ên Kerbela û Necefê dikin û got, “Sala borî yekem ezmûna me bû û 70 heta 80 hezar namzedên hecî bi rêya Herêma Kurdistanê çûn. Helbet bikaranîna vê rêyê ji aliyê van geştyaran ve ji ber lêçûnên wek mayîn û çûnûhatinê dahatê çêdike.”

Xoşnaw diyar kir ku îsal ji bo zêdetirî 500 hezar geştyaran amadekarî hatine kirin.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku ji bo vekirina deriyekî nû yê sînorî di navbera nahyeya Sîdekan a ser bi Îdareya Serbixwe ya Soran a Hewlêrê û navçeya Şino ya Rojhilatê Kurdistanê de amadekarî têne kirin û got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vekirina deriyê sînorî hemû amadekariyên xwe kirine û Komara Îslamî ya Îranê jî li ser vê yekê cidî ye. Ji ber vê yekê dê di nava du mehan de deriyê sînorî ji çûnûhatinê re bê vekirin.”

Xoşnaw derbarê bombebarana li ser herêmên sînorî de jî got, “Divê em rêzê li serweriya Îranê bigirin, divê ew jî rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bigirin.”

Di hevdîtinên şandên Îranê û Herêma Kurdistanê de, nebûna Alaya Kurdistanê li salonê bû sedema nerazîbûna.

Umîd Xoşnaw li ser wê yekê got, “Me rexne û nerazîbûna xwe ya li ser vê mijarê pêşkêşî rayedarên Îranê kir. Wan got ku ti hesasiyeta wan li hember Herêma Kurdistanê û Alaya Kurdistanê nîne. Wan diyar kir ku tenê ji ber xeletiyeke protokolê bûye.”

Li aliyê din beşdariya Umîd Xoşnaw bi cilûbergên Kurdî û rozeta nexşeya Kurdistana Mezin a bi sînga xwe ve kiribû di medyaya Îranê û Herêma Kurdistanê de deng veda.