Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalkayê dê were vekirin

03-06-2023
RÛDAW
Nîşan Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Deriyê Pêşabûrê ji Rûdawê re ragihand, Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalkayê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de roja Duşemê tê vekirin.

Rêveberê Deriyê Pêşabûrê Şewket Berbiharî îro Şemiyê ragihand, roja Duşemê 5ê Hezîrana 2023an, Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalkayê tê vekirin û careke din çûnûhatin weke berê dest pê dike.

Rêveberê Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbiharî ji Rûdawê re got, du sibe roja Duşemê Deriyê Sînorî yê Pêşabûr-Sêmalkayê wek berê li pêşiya welatiyan tê vekirin û nexweş û xwediyên îqameyên Ewropî dikarin çûnûhatinê bikin.

Şewket Berbiharî got, “Her kesê bixwaze ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bibe, yan jî ji Herêma Kurdistanê serdana Rojavayê Kurdistanê bike, dikare weke berê bi rêya forma online daxwaza xwe pêşkêş bike.”

Roja 11ê meha borî, Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê rê neda ku şandeke ENKSê beşdarî merasîma vekirina Yadgeha Nîştimaniya Barzanî bibe û derbasî Herêma Kurdistanê bibe, piştî wê jî Rêveberiya Deriyê Pêşabûrê biyara girtina derî dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst