Firokeyên şer ên Tirkiyê çiyayên Metîn û Gareyê bi tundî bombebaran kirin

03-06-2023
RÛDAW
Firokeyên şer ên Tirkiyê çiyayên Metîn û Gareyê bi tundî bombebaran kirin
Firokeyên şer ên Tirkiyê çiyayên Metîn û Gareyê bi tundî bombebaran kirin
Nîşan Firokeyên Şer Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê çiyayên Metîn û Gareyê yên navçeya Amêdî ya Duhokê bi tundî bombebaran kirin.

Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê îro Şemiyê çiyayên Metîn û Gareyê yên derdora naheyeyên Şêladize û Dêrelûkê yên girêdayî navçeya Amêdî ya Duhokê bi dijwarî bombebaran kirin.

Helkeft Doskî yê şêniyê nahyeya Dêrelûkê ku dîmenên dema bombebaranê ji Rûdawê re şandiye, diyar kir ku di demjimêr 10:00 û 11:30an de firokeyên şer ên Tirkiyê derdora Dêrelûkê Gareyê û Metîn û derdora gundên Sorê Sêgirê, Hetûta Kevn, Kafiye û gundê Sergeliyê bi dijwarî bombebaran kirine.

Doskî da zanîn ku ti ziyanên canî çênebûne û bombebarana ku demjimêr û nîvekê berdewam kir, gelekî dijwar bû û di nava welatiyên herêmê de bû sedema tirs û xofê.

Herî dawî di 16ê Gulanê de artêşa Tirkiyê derdora Şingalê û Amediyê bombebaran kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst