Hevberdevkê YSPê ji Rûdawê re: Asayî ye ku parlamenterên hilbijartî ji fraksiyona me cuda bibin

03-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan EMEP Partiya Çepên Kesk Sevda Karaca Îskender Bayhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Du parlamenterên EMEPê ku ji lîsteya Partiya Çepên Kesk (YSP) wek parlamenter hatibûn hilbijartin ji wê Partiya Çepên Kesk cuda bûn. Hevberdevkê YSPê Îbrahîm Akin ji Rûdawê re ragihand ku Parlamenterên EMEPê bi daxwaza xwe ji partiya wan veqetiyan e û ev tişteke asayî ye.

Parlamentera Dîlokê Sevda Karaca û parlamenterê Stenbolê Îskender Bayhan yên Partiya Kedê (EMEP)  ku ji lîsteya Partiya Partiya Çepên Kesk (YSP) di bin banê Tifaqa Ked û Azadiyê hatibûn hilbijartin, ji YSPê  derbasî partiya xwe EMEPê bûn.

Di peymana Hevpeymaniyê ya di navbera EMEP û HDPê de, her du berbijêrên EMEPê bêyî ku ji partiya xwe îstifa bikin, ji Partiya Çepên Kesk bûbûn berbijêr.

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk (YSP) Îbrahîm Akin derbarê mijarê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Akin ameje bi wê yekê da ku ew herdû Parlamenterên EMEPê bêyî ku ji  Partiya xwe îstifa bikin ji lîsteya partiya wan wek parlamenter hatine hilbijartin û got “Piştî hilbijartinan derbasbûna wan bo partiya xwe tişteke asayî ye.”

Îbrahîm Akin herwiha ragihand ti nakokiyeke wan li ser vê mijarê ligel Partiya Ked û Azadiyê nîne û dê di rojên pêş de li ser mijara hevpeymaniyan û hilbijartinan daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Bi vî awayî dê 2 parlamenterên EMEPê di parlamentoya Tirkiyê de dê bi nave  partiya xwe  cih bigrin. Piştî ku ji YSPê veqetiyan Îskender Bayhan û Sevda Karaca di malpera Parlamentoya Tirkiyê de wekî parlamenterên EMEP'ê hatin tomarkirin.

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê wek hevpeymaniyeke siyasî di 25ê Tebaxa 2022an bi serkêşiya HDPê ligel partî û pêkhateyên çep ên li Tirkiyê bo hevehangiya hilbijartinên 14ê Gulanê hatibû avakirin. Ew hevpeymanî ligel Partiya Çepên Kesk ji 5 partiyên din ên çepên Tirkiyê pêkdihat ku Partiya Kedê (EMEP) jî yek ji wan partiyan bû lê serokê wê Ercûment Akdeniz piştî. Partiya Karkerên Tirkiyê ku partiyeke din a wê hevpeymaniyê bû ji derveyî lîsteya YSPê beşdarî hilbijartinan bû û 4 parlamenter şandin Parlamentoyê.

YSPê jî ligel 2 parlamaneterên EMEPê û parlamenterek Partiya Azadiya Civakî (TOP)  bi rêjeya ji sedî 8.8ê dengan 61 parlamenter li Parlamentoya Tirkiyê misoger kiribûn.

Piştî veqetîna 2 parlamenterên EMEPê ji YSPê niha 59 kursiyên parlamentoyê di destê YSPê de ne û nediyar e ka parlamenterê Partiya  Partiya Azadiya Civakî  (TOP) li grûba YSPê dimîne an ew jî wek ên EMEPê vediqete.

Li aliyê din parlementerên Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Saadetê ku ji lîsteyên CHPê hatibûn hilbijartin, beriya sondxwarinê ji koma CHPê veqetiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst