Li Cindirêsê Îstixbarata Tirkiyê 2 welatiyên Kurd girtine

03-06-2023
Hisên Omer
Nîşan Cindirês Efrîn Îstixbarata Tirkiyê Girtin Welatiyên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Cindirêsê yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanl Îstixbarata Tirkiyê avêtiye ser 2 malên welatiyên Kurd û 2 kes girtine.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, roja pêncşemê hejmarek endamên Îstixbarata Tirkiyê avêtine ser mala welatiyê kurd Nûrî Îzet Erebo li nav bajarê Cindirêsê û welatiyê navborî destgîr kirine.

Rêxistina navborî da zanîn ku di heman demê de, Îstixbarata Tirkiyê avêtiye ser mala welatiyê kurd Sibhî Mîro, ku xelkê gundê Tilsilorê ye, û ew jî destgîr kiriye.

Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê diyar kir ku herdu welatî ji bo cihekî ne diyar hatine birin û heta niha çarenivîsa wan nehatiye zanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst