Nadya Mûrad: 6 jinên Kurdên Êzidî hatin rizgarkirin

03-06-2023
RÛDAW
Nîşan Nadya Mûrad Kurdên Êzidî Nêrçîrvan Barzanî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û Balyoza Niyetpakiyê ya Netewên Yekbûyî (NY) Nadya Mûrad ragihand ku 6 jinên Kurdên Êzidî  yên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.

Çalakvana Kurd a Êzidî Nadya Mûrad li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku 6 jinên Kurdên Êzidî yên sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, hatin rizgarkirin û bi alîkariyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ew hatine rizgakirin.

Nadya Murad tekez kir ku rizgarkirina wan bêyî hewlên Nêçîrvan Barzanî pêk nedihat û got: “Nêçîrvan Barzanî bi vekirina ofîsekeê ji bo rizgarkirina jin û keçên Êzdî yên revandî, alîkariya rizgarkirina gelek revandiyên ji destê DAIŞê kiriye.”

Murad dibêje: “Piştî lêkolînan, ez bi dilgeşiyek mezin radigihînim ku me 6 jinên Êzidî yên ku di destê DAIŞê de dîl hatibûn girtin, rizgar kirin. Ew hêj zarok bûn dema ku di sala 2014an de dîl hatin girtin. Ew ji Iraqê birine Sûriyê û li wê derê hatine firotin. Sibeha îro Şemiyê hatin rizgarkirin. Ew vegerandine Hewlêrê û li wir dê bi malbatên xwe re bên cem hev, û hemû alîkariya derûnî ya ku ji wan re pêwîst e dê were pêşkêşkirin.

Di beşeke din a twîta xwe de Nadya Murad dibêje: “Rizgarbûna jin û zarokên Êzîdî ji destê DAIŞê helmeteke mirovî ya berdewam e, û piştî nêzîkî neh salan gihandina van her şeş jinan bi malbatên wan re, hêviyê dide me ku em karibin zêdetir mirovan rizgar bikin.”

Balyoza Niyetpakiyê ya Netewên Yekbûyî herwiha dibêje: “Em dê lêgerîna ji bo jin û zarokên ku hêj winda ne bidomînin û bi vê mebestê jî me daxwaza alîkariyê ji hevbeşên navneteweyî kiriye." 

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî ku di meha Adara îsal de belav kiriye, DAIŞê 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî revandin, ji wê hejmarê 3 hezar û 548 kes jin û 2 hezar û 869 mêr bûn. Ji van 3 hezar û 562 kes hatine rizgarkirin û 2 hezar û 693 kes jî hîn winda ne.

Piştî rizgarkirina 6 jinan, niha hejmara kesên hatine rizgarkirin bûye 568 û hejmara windayan jî daketiye 687 kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst