Girtiyê Kurd piştî 30 salan hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê girtiyê Kurd ê bi navê Mehmet Şahîn piştî 30 sal û 4 mehan ji girtîgehê hat berdan. Malbat û kesûkarên Şahîn bi merasîmekê pêşwazî li wî kirin.

Li gorî nûçeya Ajanasa Mezopotamyayê girtiyê Kurd Mehmet Şahîn ku xelkê parêzgeh Êlihê ye sala 1993an bi hinceta “hewildana cûdakirina  beşek ji axa di bin serwerî û  dareya dewletê de” li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê hat desterkiririn û piştî li Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya (DGM) Amedê hat darizandin bi cezayê hetaheta yê girtîgehê hat cezarkirin.

Şahîn piştî 30 sal û 4 meh ji mana li girtîgehê roja Înê 2ê Hezîrana 2023an ji girtîgeha Şakran a Îzmîrê hat azadkirin. Azdkirina Şahîn di nav kesûkarên wî de bû sedme coş û kêfxweşiyê û bi merasîmeke girseyî pêşwazî li wî kirin.

Mehmet Şahîn di serdema girtîgehê de li girtîgehên Êlih, Dîlok, Çankiri û Sêrtê jî maye, lê piştî 30 salan mehmkumtiya wî li girtîgeha Şakran a Îzmîrê bi dawî hat.

Diviyabû Şahîn 4 meh berî niha hatibûya azdkirin, lê ev 4 meh in azadkirina wî bi hincetên cûda dihat paşxistin.

Dema ev girtiyê Kurd ê navborî hatiye desteserkirin, 30 salî bû, di 60 saliya xwe de ji girtîgehê derket û dîmenên wî li ser medyaya civakî hatine belav kirin.