Li Kerkûkê 4 endamên lîsteya Birayetî hatin darizandin

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Tawanan a Kerkûkê, 4 endamên berê yên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji lîsteya Birayetî bi 15 sal cezayê zîndanê darizandin, her wiha biryar da ku dest deyne ser mal û milkên wan. Endamekî vê lîstê ragihand ku dadgeh bi awayekî siyasî hatiye birêvebirin û ewê vê biryarê bişkînin.

Dadgeha Tawanan a Kerkûkê 2ê Hezîrana sala 2022an de biryar da ku her yek ji Îrfan Kerkûkî, Perwîn Mihemed, Riyaz Mihemed, Edwar Oraham, endamên berê yên encûmena parêzgeha Kerkûkê ji lîsteya Birayetî bi 15 salan zîndan bêne darizandin, her wiha dest danî ser mal û milkên wan.

Endamê berê yê encûmena parêzgeha Kerkûkê Irfan Kerkûkî ji tora medyayî ya Rûdawê re ragihand ku biryar siyasî ye û ewê vê biryarê bişkînin.

Li gorî Irfan Kerkûkî gelek malên Kerkûkê ketine destê Heşda Şehbî, gilî hatine kirine, lê radestî xwediyên wan nekirine.

Îrfan Kerkûkî got “Li Kerkûkê çend malên min hene ku Heşdî Şeibiyê dest daniye serê û min gelek gilî jî kirine, lê li min venegerandin, di heman demê de li ser mase û kursiyê dîwana parêzgehê ceza didin min.”

Cezakirina endamên encûmena parêzgehê li gor madeya 316 a yasaya sizayên Iraqê ye, ku behsa desteserkirina mal, pere û alavên dewletê dike.

Li gorî Îrfan Kerkûkî, ev gilî ji ber radestnekirina alavên ofîsê yên Komîsyona Lêkolîn û Dadweriyê, li avahiya parêzgariyê ku berê berpirsê wê bû, hatiye kirin. Mobilya komputer, mase û kursiyên nivîsgehê ne. Wî her wiha got, ew bi girtina 2 otombîlên encumena parêzgeha Kerkûkê ku berê xwediyê wan bû, hatiye tohmetbarkirin, lê ew otomobîlên Heşdî Şeibî ne.

Kerkûkî wiha got: “Me çend caran mifteyên ofîsê şandine daku kelûpelan paşde vegerînin, lê ji min re gotin ez biçim û bi xwe radest bikim.”

Dadgeha Tawanan a Kerkûkê di 17ê Gulanê de, bi heman rengî li dijî Serokê Berê yê Civata Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî jî bi tawana zirardayîna mal û milkên giştî, li gorî madeya 340 ya qanûna ceza ya Iraqê biryara 6 salan zîndanîkirinê dabû.