Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Tirkiye bi giranî herêmê topbaran dike

Hewlêr (Rûdaw) - Çend rojan piştî gefên Erdogan ku gotibû ew dê êrîşî Minbic û Til Rifetê bikn, Meclîsa Leşkeriya Minbicê îro di daxuyaniyekê de ragihand, Tirkiyê û hêzên çekdar ên ser bi wî welatî ji şeva borî ve bajarê Minbicê bi giranî topbaran kirine.

Li gorî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di êrîşê de ku êvara roja Pêncşemê dest pê kir û heta danê sibehê dewam kir, bi dehan top avêtin gund û derdora Minbicê.

Encûmenê diyar kir ku heta niha 120 guleyên topê li gundewarên Minbicê ketine lê heta niha ti zanyarî derbarê qurbaniyên îhtimalî de nîne.

Di daxuyaniyê de tê gotin, hêzên Tirkiyê yên ku li baregeha Şêx Nasir li rojavayê bajarê Minbicê bicih bûne, piştî nîvê şevê bajarokê Erîma li rojavayê Minbicê û gundên Korhorîk, Boxaz û Kawiklî bi giranî topbaran kirine.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji 31ê Gulanê ve heta 2 Hezîranê hêzên Tirkiyê çendîn caran bi nîzîkî 45 gulletopan gundên Ewn el-Dadat û Muhsinlî û Ereb Hesen ên Minbicê topbaran kirine.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Çarşembê gefa êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê dubare kiribû û gotibû, ew dê di demeke nêzîk de Minbic û Til Rifetê ji dest hêzên Kurdî derxînin.

Erdogan hefteya bihorî jî têkildarî egera operasyoneke nû ya artêşa Tirkiyê di nav axa Sûriyê de gef xwaribû û gotibû, ew dê karê avakirina "herêma ewle" ya bi kûrahiya 30 kîlometran temam bikin.

Li aliyekî din, Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî îro Înê got, Enqerê gundê Tinnab li başûrê Efrînê li bakurê rojavayê Sûriyê bombebaran kir û di encamê de zarokek birîndar bû û bi dehan heywan jî jiyana xwe ji dest dan.

Neteweyên Yekbûyî roja Pêncşemê bang li hemû aliyan kiribû ku li Sûriyê "bêhnfirehiya herî zêde" nîşan bidin.