Qubad Talebanî: Hewlêr û Bexda li rêkeftina dawî nêzîk bûne

03-06-2021
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, li gel Bexdayê nêzîkî rêkeftina dawî bûne û tekez kir, pabendbûna bi naveroka yasaya budceyê dê bandoreke baş hebe li ser rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê.

Şanda Herêma Kurdistanê ku bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî serdana Bexdayê kiribû, roja Çarşemê 2ê Hezîrana 2021 civîna xwe ya dawîn li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêk anî û mijara şandina pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê ya bo sala 2021an gotûbêj kir.

Piştî vê civînê, şanda Herêma Kurdistanê dawî li serdana xwe anî û vegeriya Kurdistanê.

Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê doh bi şev têkildarî serdanê û encamên danûstandinên vê carê yên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser twîttera xwe ragihand, Hewlêr û Bexda li rêkeftina dawî ya li ser mekanîzmên cîbicîkirina budceyê nêzîk bûne.

Talebanî diyar kir: “Kêmek beriya niha em ji Bexdayê ve vegeriyan Hewlêrê, em nêzîk in li rêkeftina dawî ya li ser mekanîzmên cîbicîkirina yasaya budceyê. Niyetpakî li herdu aliyan heye û pabendbûna bi naveroka yasayê dê bandoreke baş hebe li ser rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di berdewamiya bandora erênî ya nêzîkbûna rêkeftina herdu aliyan de got: “Têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê jî ber bi qonaxeke nû ve dibe.”

Têkildarî civîna li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Qubad Talebanî pêştir ragihandibû: “Derbarê pêşhatên dawî yên pêwendiyên herdu hikûmetên Herêma Kurdistanê û Federal de me gotûbêj kir, bi taybetî mekanîzmên cîbicîkirina yasaya budceya 2021 a Iraqê û dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.”

Bi gotina Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, careke din herdu aliyan “pabendiya xwe bi yasaya budceyê dubare kir, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên kombûyî li ser bingeha yasa û destûrê bo çêkirina jihevtêgihîştineke demdirêj û berdewam.”

Peyamnêrê Rûdawê yê li Bexdayê, Helkewt Ezîz jî ragihand, Hewlêr û Bexda niha pêngavên cîbicîkirina rêkeftina navbera xwe diyar dikin. Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, endamekî şanda Herêma Kurdistanê jê re gotiye ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştgiriya xwe bo cîbicîkirina rêkeftinê nîşan daye û daxwaz kiriye, di demeke nêzîk de pêngavên cîbicîkirina rêkeftinê di pratîkê de bên avêtin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, meha bê herdu dîwanên çavdêriya darayî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê karên xwe bi dawî dikin, daku di meha bê de pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê bê şandin.

Civînên şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi dawî nehatine, lê ji ber ku bêhnvedana fermî destpê kiriye, şand vegeriya Hewlêrê û biryar e roja yekşemiya bê careke din vegere Bexdayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst