48 rêxistin: Êdî gelê kurd êrişeke din a nijadpereset li dijî kurdî qebûl nake

Hewlêr (Rûdaw) – 48 rêxistin, sazî, kes û komeleyên civakî êrişên vê dawiyê yên li dijî zimanê Kurdî bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kirin. Di daxuyaniya saziyan de hat gotin gelê Kurd, dê êdî êrişên li dijî zimanê kurdî qebûl nake.

Bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî 48 rêxistin, sazî û komeleyên civakî derbarê êrişên vê dawiyê yên li dijî zimanê Kurdî daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û têde kuştina Bariş Çakan û hilweşandina Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedîrxan şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji ber polîtîkayên krîmînalîzekirina zimanê Kurdî û bêcezamana êrişên li hember Kurdan, her roj êriş li ser Kurd û zimanê Kurdî çêdibin. Roj nîn e ku Kurd û zimanê Kurdî neyê hedefgirtin. Berî du rojan Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan bi destê qeyûm hate hilweşandin. Piştî danîna qeyûman, yekemîn karê qeyûman ew bû ku tabelayên kurdî ji şaredarîyên kurdan daxin, Kurdî ji malperên şaredarîyan rakin û pirtûkxaneyên kurdî xirab bikin û bi her minasebetê êrişî Kurdî bikin.”

Sazî, rêxistin û komaleyên navborî bibîr xistin ku berî çend mehan li bajarê Çeneqeleyê Ekrem Yaşlî yê 70 salî ji ber ku bi kurdî axivîbû rastî hêrişê hatibû û li Sakaryayê jî Şirin Tosûn ê 19 salî jîyana xwe ji dest dabû û dibêjin tawanbaran herdu buyeran jî rûbirûyê cezaya pêwîst mebûne, lewma êriş berdewam dikin.

Di beşeke din a duyaniyê de hat gotin: “Sedema kuştina Bariş Çakan her çi dibe bila bibe, bertekên ku li hember vê kuştinê derketine nîşanî me didin ku êdî gelê kurd û raya giştî ya demokratîk êrişeke din a nijadpereset li hember gelê kurd û zimanê kurdî qebûl nake û dê qebûl neke. Kiryarên êrişên nijadperest her kî dibin bila bibin, gelê kurd û raya giştî wek berpirsîyar wan polîtîkayên nefretkar û cudakarîyê dibîne ku bi awayekî sîstematîk li hember gelê kurd û zimanê kurdî tên meşandin.”

48 rêxistin, sazî û komeleyên civakî êrişên  daxwaz dikin ku êrişên li dijî Kurdî bê ceza nemîne û derheqê wan de lêpirsîneke karîger bê çêkirin û dawî li polîtîkayên nefret û cudakarîyê bê anîn.

Navên saziyên daxuyanî îmze kirine wiha ne:

 Platforma Şaxan a KESKê yaa Amedê, Civata Çand û Hunerê ya Amîdart, Komeleya Çand û Ziman a Avesta, Kargeha Hunerê ya Aryen, Navenda Çand û Hunerê ya Biharê, Beksav, Platforma Chalak Events, Kargeha Hunerê ya Dengê Meyman, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle, Nûnertiya DÎSKê ya Herêmê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (Komeleya Lêkolînên Kurdî), Navenda Çandê ya Golge, Koma Bajar, Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, Komeleya Ferat ji bo Lêkolînên Çand û Ziman, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Ma Music, Hunermend Mîkaîl Aslan, Navenda Çanda Mezopotamyayê, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, nivîskar Selîm Temo, Şanoya Seyr-î Mesel, Şanoya Bajêr a Amedê, Şanoya Mencel, Şanoya Tov, Şanoya Şa Performans, Şanoya Yekta Hêvî, Şanoya Şermola Performans, Teatra Nûpelda, Teatra Jiyana Nû, Şanoya Rituel,  Tora Ziman û Çanda Kurdî, Weşanên Ar, Weşanên Aram, Weşanên Aryen, Weşanên Azad, Weşanên J&J, Weşanên Kurdistan, Weşanên M, Weşanên Sîtav, Weşanên Tevn û Navenda Çand û Hunerê ya Za, Odeya Bijîşkan a Amedê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Weşanên Ekîn