Tirkiye: Deriyê Xabûr û Gurbulak vedibin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Bazirganî ya Tirkiyê Ruhsar Pekcan ragihand ku herdu deriyên sînorî Îbrahîm Xelîl û Gurbulakê di hefteya peşiya me de vedibin.

Wezîra Bazirganiya Tirkiyeyê Ruhsar Pekcan ji televîzyoneke taybet a Tirkiyeyê re ragihand ku di çarçoveya rûbirûbûna koronayê de piştî meha Hezîranê çavereya asayîbûneke ciddî dikin.

Ruhsar Pekcan da zanîn ku deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl ê ligel Herêma Kurdistanê û deriyê sînorî yê Gurbulakê ligel Rojhilatê Kurdistanê weke berê vedikin.

Deriyê sînorê yê Xabûr-Îbrahîm Xelîl ê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de 1ê Adara îsal di çarçoveya tedbîrên rûbirûbûna koronayê de li ber hatûçûna sivîlan hatibû girtin, lê ji bazirganiyê re vekiribû.

Di deriyê sînorî yê Îbirahîm Xelîl de, li jêr tedbîrên tund tevgera bazirganî di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de berdewam e.

Li gor mekanîzma tevgera bazirganî li sînorê Îbrahîm Xelîl, barhilgirên Tirkiyê li ser pira Îbrahîm Xelîl radiwestin û şofêrên Herêma Kurdistanê barê wan werdigirin.