Bircên Amedê ji dupişk, mar û kêzikan tê paqijkirin

03-06-2020
RÛDAW
Nîşan Bircên Amedê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Amed (Rûdaw) -Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku niha di destê qeyûm de ye, li ser kele û bircên Amedê dest bi paqijiyê kir û dixwazê li ser kele dupişk, mar û kêzikan nemînin.

Tîmên paqijiyê yên şaredariya Amedê hem nava bircan û hem jî derdora bircan paqij dikin.

Biryar e, piştî paqijkirina bircan ji zibil û sergoyan dê giyayê nava bircan jî bê dirûtin.

Şaredarî dixwaze bi vê xebatê re li bircên Amedê dupişk, mar û kêzikan nehêle. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst