GEVER - Zozana 7 salî bi rêya Rûdawê daxwaza alîkariyê dike

03-06-2019
Gülbahar Altaş
Zozana 7 salî li Geverê bi nexweşiyeke giran ketiye û malbata wê ji ber hejariyê nikarin wê derman bikin.
Zozana 7 salî li Geverê bi nexweşiyeke giran ketiye û malbata wê ji ber hejariyê nikarin wê derman bikin.
Nîşan Bakurê Kurdistanê Gever Colemêrg Zozan Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gever a Colemêrgê li Bakurê Kurdistanê, zarokeke 7 salî bi nexweşiyeke metirsîdar ketiye û malbata wê di rêya Tora Medyayî ya Rûdawê re daxwazê alîkariyê dike.

 

Ew keça 7 salî navê wê Zozan e, û tevî malbata xwe li gundê Sînava ya ser bi navçeya Geverê ve dijî.

 

Zozan Ogmen a Geverî, Keça Nedîm û Raîfe Ogmen e û bi nexweşiya lûkîmya (losemî) ketiye û niha ji bo dermankirinê li hêviya alîkariyê ye.

 

Beriya 4 salan li nexweşxaneya Wanê ji Zozana 7 salî re neştergerî jê re hatibû kirin, lê nexweşiya wê çareser nebûye.

 

Malbata Zozanê herwiha ev 2 sal in ku li nexweşxaneyên Enqere û Wanê ji bo keça xwe li çareseriyê digerin.

 

Malbat dibêje, derfetên wan ên madî têrê nakin ku çareseriyê ji keça xwe re bibînin.

 

Dayika Zozanê, Raîfe Ogmen ji Rûdawê re dibêje: “Em dixwazin keça me bijî û derfetên me yên madî rê nadin ku em tedawiya keça xwe bikin.”

 

Malbata Zozanê di rêya Rûdawê re, ji bo çareserkirina rewşa tendirustiya keça xwe, daxwaza alîkariyê dike.

 

Nedîm û Raîfe Ogmen xwediyê 5 zarokan in û rewşa aboriya wan xirab e, lewma ji bo dermankirina nexweşiya keça xwe, daxwaza alîkariyê dikin.


Ji bo alîkariya Zozana 7 salî û malbata wê, kesên xêrxwaz dikarin bi rêya peywendîkirina bi Tora Medyayî ya Rûdawê, bi malbatê re bikevin têkiliyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst