Guran êrişî keriyê pez kir: 63 mih mirar bûn

03-06-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Elbakê ya Wanê guran êrişî keriyê pez kir û mihên ku li mêrgê diçêriyan 63 jê mirar kirin û 18 jî birîndar.


Li gor agahiyan li Taxa Ogulverenê mihên welatiyan 5 kîlometre dûrî bajêr rastî êrişa guran hatin.


Welatiyê bi navê Ziyattin Toprak, diyar kir ku ji ber baran û bagerê pez bûye du beş û dema şivan xeber daye çûne li pez geriyane lê piştî ku bi 20 kesan li qada 5 kîlometre 4 seetan geriyane 63 mihên mirarî û 18 jî birîndar dîtine.


Welatiyan mihên mirarî kom kirin û bi kepçeyê çal kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst