Çewlîg- Êrişa çekdarî li dijî HDPê: 1 kuştî

Hewlêr (Rûdaw) -  Li bajarê Çewlîg a Bakurê Kurdistanê êrişî otomobîla hilbijartinê ya HDPê hat kirin û di encam de kesek hat kuştin.

Li gor agahiyan ji Tirkiyeyê, îşev di navbera herdu gundên Aşagicir û Serpmekaya li navçeya Kanîreş a Çewligê êrişî otomobîla hilbijartina ya HDPê hat kirin.

Hat ragihandin, di encama êrişê de ajovanê otomobîlê yê bi navê Hamdullah Oge hat kuştin.

Herwiha li gorî heman agahiyan, otomobîla serokatiya şaxê HDPê li navçeya Kanîreşê bûye û ji aliyê wê partiyê ve ji bo xebatên hilbijartinan hatiye bikaranîn.

Li gor agahiyan, ew otomobîl ji curê mînîbus bûye û di saetên şevê de bi qasî 5 km dûrî gundê Serpmekaya hatiye dîtin.

Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê yên li herêmê dest bi proseya lêgerîn û lêkolînê kirin. Hat gotin, hêzên ewlehiyê termê ajovanê otomobîlê Hamdullah Oge bi qasî 50 metrî dûrî otomobîlê di nav dolekî de dîtin.

Hat ragihandin, Oge bi çek hatiye kuştin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînek berfireh kirin.

Tê zanîn, îro çarşemî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan serdana Çewlîgê kiribû û ji xelkê herêmê re axivibû.