Almanya civîna ligel şanda kantona Cizîrê red kir

03-06-2014
Behzad Mîran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Şanda rêveberiya kantona Cizîrê ya ku ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve hatiye avakirin, ev zêdetirî 2 heftiyane gihiştiye Almanya û heta niha nikariye ligel rayedarên wî welatî bicive.

Şanda rêveberiya kantona Cizîrê ku ji serokê desteya têkiliyên derve Salih Gedo û berdevkê komîteya karûbarên siyasî ya encûmena yasadanînê Ebilkerîm Omer pêk tê, roja 16ê gulanê gihişte balafirgeha Dusseldorfê û pişt re li çend welatên Ewropayê geriya.

Tevî ku ew şande ev zêdetirî 2 heftiyane li Ewropayê û piraniya dema xwe li Almanyayê derbas kiriye, lê heta niha ti rayedaremî Almanya ligel wan ne civiya ye.

Derbarê vê yekê, nûnerê Şepêla Paşerojê ya Kurd li Almanya Siyamend Haco ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “rayedarên hikûmeta Almanya civîna ligel şanda kantonên Cizîrê red kirine û gotine ew ligel wan narûnin”.

Li ser sedema vê biryara hikûmeta Almanya, Siyamend Haco ku partiya wî yek ji pêkhateyên Hevpeymaniya Nitşimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye, got ku hikûmeta Almanya ji şandeyê re gotiye ku “Almanya hevpeymaniya opozîsyonê wek nûnerê rewa yê opozîsyona Sûriyê qebûl dikin û eger ew hevdîtina ligel şanda kantona Cizîrê qebûl nakin, wê demê wê hevdîtin pêk were”.

Salih Gedo ku yek endamên şanda kantona Cizîrê ye derbarê veê yekê dilgiraniya xwe anî ziman û ji Rûdawê re ragihand ku şanda wan piştî gihişte Almanya daxwaz hevdîtinê ji wezareta derve ya wî welatî kir.

Bi gotina Gedo, “heta niha wezareta derve ya Almanya ti bersiv nedaye wan”.

Salih Gedo tekîd dike ku “wezareta derbarê ya Almanya derbarê vê daxwazê de ji şanda kantona Cizîrê re ne gotiye erê û ne jî na”, lê wî got ku ew bi gelek alî û partiyên Almanyayê re rûniştine û li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirine.


Rêveberiya xweseriya demokratîk a ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin û tê de çend partiyên Kurd, Ereb û Suryan beşdar in, heta vê gavê ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û herwiha aliyên sereke yên opozîsyona Sûriyê ve nehatiye qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst