Li Îlamê agir bi zeviyên genim û kewşenên çêrê ket

03-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Îlam (Rûdaw) – Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama şewatê de beşek ji zevî û kewşenên bajarê Dereşarê şewitî û zirar dît.

Li gorî agahiyan, agirek mezin ji duh ve bi zevî û kewşenên bajarê Dereşarê yê parêzgeha Îlamê ketiye û heta niha nehatiye vemirandin.

Li gorî medyaya Îranê, bûyera şewatê li nêzîkî gundên Şêxmekan û Gewriya Behramê Çovan çêbûye û beşek mezin ji zeviyên genim û kewşenên çêrê yên gundiyan zirar dîtiye.

Welatiyên wê deverê jî dibêjin, heta niha agir nehatiye vemirandin. Rayedarên bajêr jî dibêjin, ji ber ku amûrên vemirinadina agir ji ber arîşeyên teknîkî kar nakin, lewma nekarîne mudaxeleya agir bikin.

Hat zanîn, di encama şewatê de gellek zeviyên gernim û ceh, stûnên eletktirîkê, kewşenên çêre yên pez û ajelan, navendên çandina gîhayên dermanî û rez û darên deverê şewitîne û zirar dîtine.

Sedema derketin şewatê heta niha nayê zanîn.

Bajarê Dereşarê 100 kîlometre dûrî bajarê Îlamê ye û yek ji navendên serekî yên berhemên çandinî yên parêzgeha Îlamê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst