‘Ji bo vekirina sînorê navbera Efrîn û Tirkiyê şandek diçe Antakya’

03-06-2013
RÛDAW
A+ A-
Comerd Hemdoş

Efrîn (Rûdaw) - Şandeyek ji herêma Efrînê di nava du rojên bê de dê serdana bajarê Antakya yê Tirkiyê bike. Armanca serdana wê şandê jî vekirina dergehekî di navbera Tirkiyê û herêma Efrînê de ye.

Endamekî şandeyê ku biryar e biçe Antakiyê ji Rûdawê ragihand ku şandeyek ji 6 kesayetiyên civakî ji herêma Efrînê dê biçe Tirkiyê daku dergehekî di navbera herêma Efrînê û Tirkiyê de were vekirin.

Endamê ku nexwest navê xwe eşkere bike, bilêv kir ku wê dergeh yan li gundê Şediya yê girêdayî bajarokê Reco yan li Gundê Hemamê yê girêdayî bajarokê Cindirês yan jî li gundê Meydan Ikbisê yê girêdayî bajarokê Reco were vekirin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku ew li benda vexwendina fermî ya waliyê Antakya ne û wiha got: “Eger vexwendin hat, wê îro piştî nîvro yan jî sibe herin Tirkiyê.”

Endamê şanda ku serdana Tirkiyê bike, wiha got: “Eger ev dergeh hat vekirin, nişteciyên herêma Efrînê dê karibin bêyî passaport derbasî bajarên Dîlok, Antakya û Îskenderûnê bibin. Bi heman şêweyî dê ji bo nişteciyên herêma Kobanê ev kar li Til Ebyed were kirin.”

Endamê şandeya navhatî ragihand ku ev tişt di encama guftûgoyên di navbera hikûmeta Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de pêk hatiye got: “Bii taybet piştî serdana Karayilan a ji bo Mesûd Barzanî re.” Heman çavkaniyê bi şêweyek ne yekser destnîşan kir ku dibe Kobanê û Efrîn bi Tirkiyê ve werin girêdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Herêma Cezîrê bi Herêma Kurdistanê ve were girêdan û ev yek di çarçoveya rêkeftineke navnetwî de tê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst