Asayişa Rojava: Di operasyonekê de 9 diz hatin girtin

03-05-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Asayişa Rojava Girkê Legê Diz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji tometbarên diziyê hatine girtin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê (Asayişa Rojava) di daxuyaniyekê de ragihandiye, roja Yekşemê 16ê Nîsana 2023yan li bajarokê Girkê Legê yê ser bi Cizîra Rojavayê Kurdistanê ve hêzên Têkoşna Dijî Tawanan ên ser bi Asayişê ve grûpeke diz girtine.

Li gor daxuyaniyê, ew grûpa dizan ji 9 kesan pêk tê û li bajarokê Girkê Legê diziya motorsiklan kirine.

Têkildarî awayê girtina wan kesan de, Asayişa Rojavayê Kurdistanê dibêje, “Di çarçoveya rûbirûbûna tawanan û kontrolkirina kiryarên xerabiyê de û piştî lêkolînan, komkirina zanyariyan derbarê wan û îsbatkirina tawana wan de, şebekeyek ji dizan di kemînekê de hatin girtin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, di operasyonê de herwiha dest bi ser 9 motorsîkletan de jî hatiye girtin ku ji aliyê wan kesan ve hatibûn dizîn.

Asayişa Rêveberiya Xweser tekez kiriye ku wan ew tohmetbar radestî dadgehê kirine daku li gorî qanûnê bên darizandin û bên cezakirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst