HSDê li Hesekê 2 çekdarên DAIŞê girtin

03-05-2023
RÛDAW
Nîşan Heseke Hol HSD DAIŞ Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarokê Holê yê li rojhilatê Hesekê 2 endamên DAIŞê girtine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandiye, hêzên wan ên taybet bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li rojhilatê bajarê Hesekê operasyonek li dijî DAIŞê pêk anîne û di encam de 2 endamên wê rêxistinê hatine girtin.

Li gor daxuyaniyê, operasyon li bajarokê Holê li gundewarê rojhilatê Hesekê hatiye pêkanîn.

Di çarçoveya operasyonê de ku bi çavdêriya esmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hat pêkanîn, “endamekî şaneya DAIŞê hate girtin ku çek derbasî kampa Hol dikir ji bo ku bigihînin şaneyên din ên ku berpirsên kuştinê bûn. Her wiha di revandina endamên şaneyan de ji kampê çalak bû.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Herwiha hêzên me di operasyonê de gumanbarekî din girtin ku bi endamê şaneyê re dixebite û amûerên tekenolojî yên pê re hatin desteserkirin ku di lêgerîna mala lê diman de hatine dîtin.”

Navenda Ragihandinê ya HSDê tekez kiriye ku ew dê hevkariyên xwe yên bi Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê re li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomînin ji bo ewlehî û aramiyê li herêmê bisepînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst