RIHA – Bi hinceta PKKê 11 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, îro li 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi hinceta “PKK/KCK”ê 11 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, derbarê 11 kesan de bi hinceta endamtiya “PKK/KCK”ê biryara desteserkirinê da.

Polîs û hêzên cendirme di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de li bajarên Riha, Êlih û Bêdlîs ên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Stenbol, Mêrsîn, Antalya û Konyayê yên Tirkiyê, îro 3ê Gulanê operasyonek dan destpêkirin.

Di operasyonê de li 7 bajaran 11 kes hatin desteserkirin. Kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariyê hatin birin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.