Jinên Mûşê kerengan kom dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê piştî berf heliya kulîlk û giha dîmenên deverê xemilandine. Hejmareke jinên deverê ji bo giyayên buharê û pincarên weke Kereng kom bikin berê xwe dane van deveran.

Li çiya û baniyên parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê piştî zivistanek dijwar her cih kesk bûye û gul û giya şîn bûne. Jinên Mûşê jî ji bo komkirina kerengan berê xwe dane çiya û baniyan.

Ew jin û zarok ji bajêr hatine daku kereng û pincaran kom bikin.

Ew bi berbanga sibê re rabûne, rahiştine adûdika xwe û hatine vî çiyayî bo komkirina kerengan.

Yek ji van jinan jî ala Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan YNKê wek tûrekî daye pişta xwe û kerengan dixe nav.

Sînem Deniz yek ji wan jinan e ku ji bo berhevkirina kerengan çûye çiyê û dibêje, “Em têne kerengan didin hev, kereng derman in. Em wan ji bo zivistanê jî didine nava dolaban. Em tirşiyê jê çêdikin, dikin cax jî. Ji bo nexweşiya şekir û penceşêrê gelekî rind in.”

Ew dibêjin, jiyana wan li ser çandinî û ajeldariyê ye. Serê sibehê piştî dohtina pez berê xwe didin çolê bo komkirina kereng, soryaz û giyayên din ên ku tên xwarin.

Jineke bi navê Nurgul Aktan jî bal kişand ser wê yekê ku kereng ji bo nexweşiyên weke şekir gelekî bi sûd e û got, “Em heywanên xwe didoşin, paqijiyê dikin, em wan dibine garanê û em têne kerengan. Kerengên ku em kom dikin ji xwe re dikine şîv. Yan jî em dixin dolabê û ji bo zivistanê dihilînin.”

Ew jin wan kerengan zer dikin û dihêlin bo zivistanê û gelek corên xwarinê û tirşo jê çêdikin.

Kereng ji bo tenduristiyê sûdeke wê ya baş heye, digel ku bi xavî tê xwarin, tê pêjandin û dibe tirşîn jî.