Mesrûr Barzanî: Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê dîrokî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Guido Cro-setto kir. Mesrûr Barzanî got, "Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê dîrokî ne."

Di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Guido Crosetto behsa rewşa giştî ya Iraqê û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalya de kirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê silav û vexwandina Serokwezîra Îtalyayê ji bo serdana Romayê gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.

Herwiha tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Pêşmerge kir, ji bo rûbirûbûna terorê û aramî û ewlehiyê li navçeyê.

Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê di hemû waran de zêdetir pêşde bibin, bi taybetî ku gelek derfet hene ji bo pêşvebirina pêwendiyan û sûdwergirtina ezmûna pêşkeftî ya Îtalyayê.