Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê kir

03-05-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Îtalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Guido Crosetto kir.

Di civîna îro Çarşemê de pêşxistina peywendiyên Îtalyayê yên bi Iraqê û Kurdistanê re, serdana dawiyê ya Nêçîrvan Barzanî ji bo Romayê, rewşa siyasî ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rola Îtalyayê di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de, pêşhatên dawiyê yên rûbirûbûna terorê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê gihande Îtalya li ser rol û piştevaniya wê ya leşkerî ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyên xwe yên bi Îtalyayê re pêş bixîne, bi taybet di warê ewlehiyê de.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha spasiya rola hêzên Îtalyayê li Herêma Kurdistanê kir ku rahênana Hêza Pêşmerge dikin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê tevî nîşandana piştevaniya leşkerî ya welatê xwe ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê û pêzanîna Îtalyayê ji bo rola Herêma Kurdistanê di têkşikandina DAIŞê de, tekez kir welatê wî bi girîngî peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û got aramiya Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo navçe û cîhanê girîng e.

Çend mijarên din ku ji bo her du aliyan girîng in, weke karvedanên şerê Ukraynayê, pêşhatên dawiyê yên navçeyê jî di civînê de hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de Balyozê Îtalya li Iraqê, Konsulê Giştî û Fermandeyê Hêzên Îtalyay; li Herêma Kurdistanê amade bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst