Nêçîrvan Barzanî bi Cîgira Wezîrê Derve ya Amerîkayê re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Cîgira Wezîrê Derve ya Amerîkayê Barbara Leaf re civînek pêk anî.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve hatiye belavkirin, îro Çarşemê 3ê Gulana 2023an piştî nîvro Serokê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Cîgira Wezîrê Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf re civînek pêk aniye.

Di daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku Balyozê Amerîkayê yê Iraqê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê jî di civînê de amade bûn.

Li gor daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê di civînê de peywendiyên Amerîkayê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, warên alîkariya hevbeş, rewşa siyasî û aboriya Iraqê û navxwe yê Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê de hatiye gotin, “Her du aliyan tekezî li pabendbûna xişte û bernameya yadaşta jihev têgihiştinê ya hevbeş ya di navbera Wezareta Pêşmerge û Pentagonê de  kirine ku derbarê proseya reformên li Wezareta Pêşmerge û rêkxistin û yekxistina Pêşmerge de ye. Her wiha hevnerîn bûn li ser girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, hevahengî û alîkariya niha ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê jî bi erênî nirxandin.”

Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihandiye hevbeşiya Amerîkayê bi Iraq û Herêma  Kurdistanê re bi taybet di warên aborî de mijareke din a civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgira Wezîrê Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf bû û hatiye gotin, “Di civînê de behsa derfetên bihêzkirina aboriya Iraqê û Herêma Kurdistanê û hebûna zemîneke guncav bo sektora taybet û veberanîna Amerîkayê hatiye kirin.”

Serokayetiya Herêma Kurdistanê her wiha anî ziman, “Pêşhatên dawî yên şerê li dijî DAIŞê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên cihê girîngiya her du aliyan mijareke din a civînê bû.”